Emîrê Kuweytê es-Sabah meclisa Kuweytê fesh kir

10 May 2024 23:14 0 dîtin
Emîrê Kuweytê es-Sabah meclisa Kuweytê fesh kir

PeyamaKurd – Emirê Kuweytê Şêx Meşal el-Ahmed el-Cabir es-Sabah ragihandina fesha meclisê kir. Axaftina Sabah di televîzyonê de hat belavkirin û got:

“Me ferman da ku meclisê fesh bikin û çend xalên destûrê bi şertê ku ji 4 salan derbas nebe, me da rawestandin. Wê di vê pêvajoyê de pêvajoya demokrasiyê bi temamî bê vekolîn. Ev biryara me, biryarekî gelek zahmet bû ku ji bo rizgarkirina welat û temîna berjewendiyên welat bû. Welatê me bi gelek zahmetiyan û astengiyan re rû bi rû mabû.”

Emirê Kuweytê Sabah di 15ê Sibatê de jî meclisê fesh kiribû.