Enab Baladi: Dibe ku rejîma Sûriyê îstixbarata cihên rêveberên HSD û PYDê dide Tirkiyê!

10 October 2022 20:45 0 dîtin
Enab Baladi: Dibe ku rejîma Sûriyê îstixbarata cihên rêveberên HSD û PYDê dide Tirkiyê!

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya malpera Enab Baladi piştî destpêkirina hevdîtinên Serokên îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê, MÎTa Tirkiyê operasyon li herêmên kontrola Şamê li dijî endamên PKK/YPGê kirine û ev jî îhtimala ku rejîma Sûriyê îstixbaratê dide Tirkiyê derdixe pêş.

Di nûçeyê de, kuştina rêveberê KCK/PKKê Sabah Ogurê bi nasnav Şilan Emgihan ku li gorî medya Tirk 28ê Îlonê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi operasyoneke MÎTê hatiye kuştin tê bibîrxistin û tê gotin, ev cihê pirsê ye, gelo Sûriye îstixbarata cihên rêveberên HSD û PYDê dide Tirkiyê?

Derbarê kuştina Sabah Ogur de, ji aliyê rêveberiya xweser û PKkê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn, li gorî nûçeyê ew operasyona MÎTa Tirkiyê ji yên herêmên din ên Rêveberiya Xweser cuda ye. Ji ber ku heta niha Tirkiyê li herêmên kontrola rejîma Sûriyê operasyon nedikirin.

Li ser vê operasyonê jî hatiye gotin ku tê wateya ku dibe rola îstixbarata Sûriyê jî hebe yan jî li taxa Şêx Meqsûd a xelkê wê Kurd in cih nîşan dabe ku êrîş piştî çavdêriya tîmekê pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye, ji 15ê Îlona borî ve, çend car in Serokê Îstixbarata Tirkiye Hakan Fîdan û Berpirsê Îstixbarata Sûriyê Elî Memluk dicivin ku niha bi navbeynkariya Rûsya amadekariyên hevdîtina wezîrên derve yên herdu welatan jî piştî 11 salan têne kirin.