Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê hatin eskerekirin!

10 June 2024 09:05 0 dîtin
Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê hatin eskerekirin!

PeyamaKurd – Di hilbijartinên krîtîk ên Parlementoya Ewropî de ku wê siberoja Ewropayê ya ji ber koçberî, şer, krîzên pandemîk û aborî diheje, encamên çaverê ji sindoqan derketin. Partiyên rastgir û kevneperest ên rastgir li gelek welatan serketinên dîrokî bi dest xistin, di serî de Fransa û Almanya, welatên lokomotîf ên Yekîtiya Ewropayê (YE).

Nêzî 370 hezar welatiyên Ewropayê li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê 4 rojan deng dan.

Li gorî texmînên ewil ên ji encamên sindoqan, muhafezekar li Almanyayê bi eşkere li pêş in. Li Fransayê partiya rastgir a tund bi rêjeya ji sedî 32 di rêza yekemîn de cih girt û rekora dîroka xwe şikand. Rastiya tund li Awûstûryayê serkeftineke dîrokî çêkir. Li Îtalyayê, partiya rastgira tund a desthilatdar a Birayên Îtalyayê di pêşbirkê de bi dawî bû.

Encamên vê hilbijartinê, ku di atmosferek jeopolîtîk a teng de, bi taybetî di bin siya pandemî, şerê Rûsya û Ukrayna û qeyrana aborî de, wê bandorek girîng li ser siyasetên Yekîtiyê di pênc salên pêş de, bi taybetî di warên avhewa, koçberî û bazirganiyê de bike.

Hilbijartinên ku li 27 welatên endamên YEyê hatin kirin, roja Pêncşemê 6ê Hezîranê destpê kir û Hollanda çû ser sindoqan. Paşê roja Înê 7ê Hezîranê hilbijêrên Îrlandî û Çek çûn ser sindoqan. Li Îtalya, Letonya, Malta û Slovakya roja Şemiyê sindoq hatin vekirin. Li welatên din ên Ewropayê 9ê Hezîranê roja Yekşemê çûn ser sindoqan û 720 parlamenterên nû yên ku wê di PEyê de cih bigirin hatin hilbijartin.

"Li Almanyayê muxalefeta muhafezekar bi ser ket"

Di Parlamentoya Ewropayê de bi 720 kursiyan welatê herî zêde parlamenter lê Almanya ye.

Li gorî anketên derketinê yên hilbijartinên APê yên li Almanyayê ku 96 wekîlên wê hene, Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Yekîtiya Sosyal a Xiristiyanan (CSU) bi rêjeya ji sedî 29,5an bûne partiya yekemîn.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD) ya li dijî koçberan û li dijî Îslamê bi rêjeya ji sedî 16,5 bû duyemîn. Ev encam ji bo AFDê tê wê wateyê ku li gorî rêjeya ji sedî 11ê dengan a sala 2019an wergirtiye, pêş ketiye. AFD di sala 2013an de ji damezrandina xwe heta niha encamên xwe yên herî baş ên neteweyî bi dest xistin. Lê belê AFDya ku ji ber daxuyaniyên 'alîgirê Naziyan' ên di dema kampanyaya hilbijartinê de dan û îdiayên têkiliyên parlamenterên PEyê yên bi Rûsyayê re puan wenda kir, ket asteke ji ya ku li gorî anketan dihat pêşbînîkirin. Di anketa ku ji aliyê enstîtuya INSAyê ve di nîvê sibatê de hat kirin de dengên AFDê ji sedî 22 bû.

Di hilbijartinê de şirîkên ku li Berlînê hikûmeta koalîsyonê ava kirin, Sosyaldemokrat SPD, Kesk û FDP ya lîberal windahiyên mezin dan. SPD ku di hilbijartinên 2019an ên Ewropayê de ji sedî 15,8ê dengan stendibû, vê carê tenê ji sedî 14ê dengan stend. Partiya Serokwezîr Olaf Scholz di hilbijartinên 2021ê yên Parlamentoya Almanyayê de ji sedî 26ê dengan stendibû.

Keskan ku 5 sal berê di hilbijartinên Ewropayê de ji sedî 20,5 desteka wan hebû, bi rêjeya ji sedî 12 kêm mabû. Keskan di hilbijartinên Bundestagê de ji sedî 14,8ê dengan stendin. FDP ku di hilbijartinên Parlamentoya Almanyayê de ji sedî 11,5 bû, di vê hilbijartinê de karîbû ji sedî 5,0 piştgirî bibîne.

Îtîlafa Sahra Wagenknecht (BSW) a ji serokê berê yê partiya çep a Alman Dîe Lînke, li gorî texmînên destpêkê tê payîn ku ji sedî 5,5 ê dengan bigire.

Piştî ku encamên ewil derketin, hin siyasetmedarên CDU û CSU daxuyaniyên wekî "Hikûmet li ku derê xeletî kiriye bifikire, dema guhertinê ye" dan. Di van navan de jî polîtîkayên xerab ên hikûmetê ji bo bihêzbûna AFDê hatin sûcdarkirin. Serokê Partiya Demokrat a Xiristiyan CSU Markus Söder got, "Hikûmet di pratîkê de ketiye."

"Ji bo rastgirên tund li Awûstûryayê serkeftinek dîrokî"

Li gorî anketên ku ji aliyê televîzyona giştî ya Awûstûryayê ve doh di saet 17:00an de piştî girtina sindoqan hat weşandin, Partiya Azadiya Awûstûrya ya rastgir a tundrê (FPÖ) bi wergirtina ji sedî 27 ê dengan, pêşketineke dîrokî pêk anî. FPÖ di hilbijartinên Awûstûryayê de cara ewil dibe yekemîn. Ev skora dîrokî tevî ku partiyê ji sala 2020an û vir ve xeteke radîkal pejirandibû jî, gelekî nêzî partiya AFD a Almanyayê bû, hat bidestxistin.

Piştî FPÖyê, muhafazakarên ÖVPyê bi ji sedî 23,5 dengan di rêza duyemîn da, sosyaldemokratên SPÖyê ji sedî 23 û Kesk û lîberalên partiya NEOSê jî bi sedî 10,5ê dengan di rêza duyemîn da cih digirin.

"Li Xirvatîstanê muhafezekar li pêş in"

Li gorî anketa ku ji aliyê ajansa nûçeyan a welêt HINA ve hat weşandin, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xirvatîstan (HDZ) ya rastgir a navendî ya Serokwezîr Andrej Plenkovîç ji sedî 33,8ê dengan stend, ango wê 6 kursiyan bi dest bixe. Bi vî awayî HDZ 2 parlamenterên din hene. Tifaqa çep a navendî ya Partiya Sosyal Demokrat (SDP) ku ji lîberal û sosyalîstan pêk tê, bi ji sedî 27,8ê dengan û 4 wekîlan di rêza duyemîn de ye.

"Yûnanistan: Partiya Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis li pêş e"

Li Yûnanîstanê, li gorî anketên derketinê, partiya lîberal-muhafazakar Demokrasiya Nû (PPE) ya Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis di hilbijartinan de bû yekemîn û dikare 8 wekîlan hilbijêre. Di hilbijartinên Yûnanîstanê de partiya çep a radîkal Syriza di hilbijartinên Yûnanîstanê de windakerê herî mezin xuya dike. Hejmara kursiyên Syriza di Parlamentoya PE de bi du parlamenteran kêm dibe û tenê 4 kursiyan digire. Li gorî anketê, partiya çep-navend PASOK (S&D) bandora xwe xurt kir û kursiyek bi dest xist. Yûnanistana ku bi giştî 10,43 milyon nifûsa wê heye, 21 kursiyên wê li PEyê heye.