Encama erdheja li Myanmarê: 1644 mirî û 3408 birîndar
PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê bi dereca 7,7 û 6,4 do 2 erdhej li pey hev çêbûbûn û heya niha encama erdhejê wehaye: 1644 mirî û 3408 birîndar hene. Rêjeya navborî li gor rêjeyên leşkerî yên welatê Myanmarê ne.
Erdhej, li bajarê Sagaingê seet di 12.50an de çêbûbû û mezinahiya wê 7,7 bû. 12 deqe di şûnde bi dereca 6,4 erdhejekî din çêbû.
Piştî erdhejê Çîn, Hindistan, Malezya û Rûsya tîmên xwe û bi wan re erzaq şandibûn Myanmarê. UN, bo destekê alîkariya lezgîn ya bi miqdarê 5 milyon dolarî fon ragihand. Zelanda nû ragihand ku wê 2 milyon dolar destekê bide û Kore ya Başûr wê di serî de 2 milyon dolar destekê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin