Encamên hilbijartinên Pakistanê: Nediyarî
PeyamaKurd - Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên ku vê hefteyê li Pakistanê hatin lidarxistin, namzedên serbixwe yên ku ji aliyê Serokwezîrê berê yê girtî Îmran Xan ve dihatin piştgirîkirin bûn yekemîn.
Li gor encaman namzetên serbixwe 101 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û ji 101 kursiyan 93 namzetên partiya PTI ya Îmran Xan in.
Partiya PMLN ya Serokwezîrê berê yê din Nawaz Şerîf jî 75 kursî bi dest xist.
Ne diyar e ku di rewşeke wiha ku ji bo damezirandina hikûmetê pêwîstî bi hevpeymaniyê heye de wê li vî welatî hevpeymaniyeke çawa pêk bê.
Protestoyan destpê kirin
Ji aliyê din ve, gelek namzedên ku piştî encam hatin eşkerekirin ku diyar bû nehatine hilbijartin, bi boneya ku di jimartina rayan de şaşî yan sextekarî hatine kirin, dest bi proseyan kirin.
Weke tê zanîn li Pakistanê destûr nehatibû dayîn ku PTI wek partî beşdarî hilbijartinan bibe, loma PTIyê biryar da ku bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinan.
PTI û PMLN daxwaz dikin ku erka avakirina hikûmeta hevpeymaniyê radestî wan bikin.
Ev encam ji gelek kesan re surprîz bû, lewre piraniya şîrovekaran li bendê bûn ku partiya Şerîf ku xuya bû artêş piştgiriyê dide wê, bi ser bikeve.
Tevî ku PTIya Îmran Xanê ku ji ber tawanbariya gendeliyê di girtîgehê de ye 93 kursî bi dest xist jî, ji ber ku ji bo avakirina hikûmetê pêdivî bi 169 kursiyan heye, nikare hikûmetê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin