Encamnameya civîna NATO hat eskere kirin: Hevkariya bo Ukrayna tê zêdekirin

24 March 2022 21:07 0 dîtin
Encamnameya civîna NATO hat eskere kirin: Hevkariya bo Ukrayna tê zêdekirin

PeyamaKurd – Encamnameya lutkeya NATOyê ya ku îro 24ê Adara 2022yan li baregeha Brukselê li ser mijara Ukraynayê civiya hat eşkere kirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku 30 welatên endamên NATOyê destnîşan dikin ku êrîşkariya Rûsya ya ser Ukraynayê gefê li ser ewlekariya gerdunî çêdike hat gotin, divê Çîn xwe ji piştevaniya Rûsyayê dûr bihêle û Pûtîn jî leşkerên xwe ji Ukrayna vekişîne û dawiyê li şer werîne.

NATOyê ji êrîşkirina ser Ukraynayê wekî piştevana Rûsyayê Belarûs berpirsiyar nîşan da û da zanîn, Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky ji ber piştgiriya NATOyê spasiya wan kiriye ku îro lîderên NATOyê li ser hevkariyên zêdetir bo Ukraynayê li hev kirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê NATO hêza aştiyê neşîne Ukraynayê, lê tevî zêdekirina dorpêçên ser Rûsyayê piştevaniya hîn zêdetir bide Ukraynayê.

Herwiha hat ragihandin ku dema peywira Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî heta 30yê Îlonê hatiye dirêjkirin.