Encumena Wezîran ji bo gotûbêja 4 mijarên sereke dicive
PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, wê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar bixe.
Jêderên nêzîkî hikûmetê dan zanîn ku wê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de çar xalên sereke gotûbêj bike.
Di beşa yekem a civînê de, wê encamên danûstandinên şanda bilind a Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên neftê yên li gel Wezareta Neftê ya Iraqê yên di rojên 8 û 9ê Pûşperê de li ser masê bin.
Wê di beşa duyemîn de jî li ser tevgera bazirganiyê ya li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bê kirin.
Mijara sêyem a civînê wê serjimêriya giştî ya gelheyê ya ku biryar e di 20 û 21ê Mijdara 2024an de li Iraq û Herêma Kurdistanê bêne kirin be.
Di beşa dawî de jî wê amadekariyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û aliyên pêwendîdar ên ji bo azmûnên giştî yên pola 12emîn a lîseyê bên nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin