Endamê payebilind ê Wagner li Norwêcê mafê penaberiyê xwest!
PeyamaKurd – Hate diyarkirin, endamê Wagner ê koma çeteyên Rûsyayê li Osloyê mafê penaberiyê xwestiye. Li gorî daxuyaniya Norwêcê, tekezî li ser wê yekê hat kirin, Andrey Medvedev ê Rûs ku tê ragihandin endamê payebilind ê şîrketa leşkerî ya Rûsyayê Wagner e, li Norwêcê mafê penaberiyê xwestiye.
Daîreya Koçê ya Norwêcê (UDI) ku derbarê mijarê de daxuyaniyek da, piştrast kir ku Medvedev yek ji endamên payebilind ên Wagner e, serlêdana penaberiyê kiriye.
Di daxuyaniyeke ji Associated Press re, Dezgeha Koçberiyê ya Norwêcê ragihand, ew "ji ber sedemên ewlehî û nepenîtiyê" nikarin zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê bidin.
Hat eşkerekirin, piştî dosyaya daxwaza penaberiyê ji rayedarên Norwêcê re hat şandin, Medvedev sewqî Osloyê kirin.
Polîsê Norwêcê hefteya borî ragihandibû, kesek sînorê Rûsyayê derbas kiriye û bi rêyên neqanûnî derbasî Norwêcê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin