Eniya Tirkmen li dijî biryara diyarkirina parêzgarê Kerkûkê ye
PeyamaKurd - Eniya Tirkmen a Iraqê ku li Kerkûkê xebatan dike ragihand ku civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya ku li Bexdayê pêk hat û tê de parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê hat diyarkirin, “ne yasayî” ye û ew ê giliyê sûc bikin.
Encamên hilbijartina Parêzgar û Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya di civîna duh li Bexdayê de ji aliyê 5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), 1 endamê mesîhî û 3 endamên ereb ên encumena parêzgeha Kerkûkê ve hatin lidarxistin, didomin. Civîna ku şeva borî li Otela Reşîd a Bexdayê hat lidarxistin bi beşdariya hin aliyên tirkmenan pêk hat.
Eniya Tirkmen a Iraqê di daxuyaniya xwe ya îro de ev biryar weke "neyasayî" bi nav kir.
Di daxuyaniya Eniya Tirkmen de hate gotin, "Pirsgirêka Kerkûkê bi dabeşkirina pile û eniyan nayê çareserkirin. Ya ku hatiye kirin, li dijî ruhê lihevkirin û yekîtiyê ye."
Eniya Tirkmen a ku di encumena parêzgeha Kerkûkê de 2 kursiyên wê hene, di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Ti kes nikare Tirkmenan ji bîr bike. Em beşdarî civînê nebûn û ti kesî nûnertiya me nekir."
Ji aliyê din ve hate gotin ku "Di civîna Bexdayê de binpêkirinên qanûnî hatin kirin, nebûna Tirkmenan di civîna Bexdayê de li dijî ,qanûnê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin