ENKS: Diyaloga bi rejîma Esed re ti mafê Kurdan misoger nake
PeyamaKurd - Li ser destpêkirina danûstandinên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengiya PYDê bi navbeynkariya Rûsyayê ligel rejîma Sûriyê, ENKS dibêje, Kurd nikarin mafên xwe bi rêya danûstandinên rejîmê misoger bikin.
Rêveberê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yusif derbarê destpêkirina gotûbêjên navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta Beşar Esed de got, “Mafên gelê Kurd bi rêya danûstandina bi rêjîmê re nayên misogerkirin, bi tenê bi rêya danûstandinên Cenevreyê têne standin, ji ber ku rêjîm hîn bi hişê xwe yê berê ye.”
Yusif ji K24ê re da xuyakirin: “Dema danûstandin li Cenevreyê dibin, bi rêjîmê re dibin. Rêjîmê li ber çavdêriya navdewletî xwe nedaye ber tiştekî, ji ber wê jî danûstandinên Rêveberiya Xweser bi rêjîma Sûriyê re dê ti mafekî ji bo Kurdan misoger neke.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin