ENKS: Em pistgiriyê didin pêvajoya astiyê, lê êrîsên ser Rojava qebûl nakin

03 November 2024 10:33 0 dîtin
ENKS: Em pistgiriyê didin pêvajoya astiyê, lê êrîsên ser Rojava qebûl nakin

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) doh Şemiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist.

Di civîna ku li ser rewşa rêxistinî ya nivîsgehên ENKSê, rewşa siyasî û pêşhateyên deverê hatin nirxandin de, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser jêrxane û navendên xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê de jî hate rawestîn û ew êrîş hatin red kirin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif li ser îhtimala destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê li Tirkiyeyê li ser pirsa Kurd ragihand ku ENKS piştevaniya vê yekê dike ji bo dîtina çareseriyeke dadperwerane ji gelê Kurd re li Bakurê Kurdistanê.

Yûsif, bal kişand ber êrîş û binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê û got, ji bo rawestandina binpêkirinên grûpên çekdar li Efrîn û Serê Kaniyê wê ENKS karê xwe bidomîne

Herwiha Yûsif ragihand, kongreya 5an ya ENKSê dê demeke nêzîk de were lidarxistin.