ENKSyê 3 sert danîn ber Rêveberiya Xweser

18 December 2024 15:44 0 dîtin
ENKSyê 3 sert danîn ber Rêveberiya Xweser

PeyamaKurd – Berdevkê ENKSyê Newaf Reşîd diyar kir ku ji bo destpêkirina diyaloga bi rêveberiya Xweser a Rojava re hin şert hene û ji Mazlûm Ebdî xwest ku xwe weke ‘nûnerê kurd’ bide naskirin.

Newaf Reşîd di daxuyaniya xwe de got, “Me berê hemû astengî derbas kir, lê pêwîst e ev şert û mercên nû bên bicihanîn” û got, “Nûnerê me li Şamê heye, lê em li benda yekîtî û lihevkirina kurdan in. Ji bo mizakereyê heke lihevkirinek çênebe, em ê tenê bi Tehrîr el-Şamê (HTŞ) re hevdîtinê bikin.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) û nûnerê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Newaf Reşîd ji Rûdawê re axivî.

Newaf Reşîd da zanîn ku pêvajoya diyaloga navbera kurdan a li Rojava, 10 sal berê bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir, lê bi ser neket û got, “Di nava 11 salên borî de me gelek tişt dîtin. Li dijî ENKS, gelê Rojava û xaka me binpêkirinên giran hatin kirin. Em amade ne ku van hemûyan bidin aliyekî. Çawa ku El Qaîde bû El Nûsra û piştre jî bû Tehrîr el-Şam û diyar kir ku ew ê her kesî qebûl bikin, divê rêveberiya heyî ya li Rojava jî veguherînê pêk bîne.”

Berdevkê ENKSyê Newaf Reşîd amaje bi wê yekê kir ku ji bo danûstandinên di navbera aliyan de bi awayekî saxlem bimeşin divê PYD hin mercan pêk bîne û weha berdewam kir:

“Berî her tiştî divê ew (Rêveberiya Rojava) veguherîneke rast pêk bîne. Mazlûm Ebdî xwe wekî nûnerê kurdan nabîne, xwe wekî nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide. Ji bo ku ENKS qebûl bike divê dev ji vê yekê berde û bêje; ‘Ez kurd im û nûnerê kurdan ê li Sûriyeyê me’, bila nebêje ‘Ez ne nûnerê Minbicê û Reqayê me,’ û eşkere ji wan re bêje ku ’Em ne li dijî Tirkiyeyê ne.’ Divê ew bikaribe di vê mijarê de baweriyê bide.”

 

Newaf Reşîd got, “Metirsiyeke mezin a leşkerî li ser Kobanî û Rojava heye. Ji ber vê yekê divê hincet bên rawestandin ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê tên dayîn. Heta ku bawerî bi Tirkiyeyê neyê avakirin dê êrîş nesekinin.”

Herî dawî rayedarên gransî ji bo destpêkirina diyaloga di navbera kurdan de hevdîtin kiribûn, lê heta niha vê diyalogê dest pê nekiriye û tu hevdîtineke rasterast di navbera ENKSyê û Mazlûm Ebdî de çênebûye. 

Newaf Reşîd diyar kir ku ew amade ne li gorî însiyatîfa Fransayê bi partiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêveberiya Rojava re hevdîtinan pêk bînin û destnîşan kir ku ji bo vê jî divê şert û mercin bi cih bibin ku wî anîn ziman.

Newaf Reşîd got, “Em ji danûstandinên rasterast re amade ne. ENKS ji vê yekê re amade ye, lê pêşî divê şert û mercên me bên bicihanîn. Her weha 3 şertên bingehîn qebûl bikin ku me behs kirin. Bi dehan kurd hene ku di zindanên PYDyê de riziyane. Çarenûsa me ne diyar e, em 2 tiştan jî dixwazin: Yekem, bila bibêjin ‘Em nûnerên kurdan in, pêwendiya me bi PKKyê re tuneye. Eger personelên wan hebin jî divê ji Rojava bên derxistin.

Newaf Reşîd da zanîn ku Nûnerê ENKSyê Ebdulhekîm Beşar ku di nava Hevpeymaniya Demokratîk a Opozisyona Sûriyê (SMD) de li Şamê ye, lê tu pêwendiya wê bi grûpên bi navê Hêzên Şoreşa Şamê û Serokê HTŞyê Ehmed Şer’a re nîne, Newaf Reşîd got, “Weke ENKSyê piştî têkçûna Esed û bi saetekê jî em nesekinîn. Nûnerê me yê Şamê bi kurd, durzî û xiristiyanan re hin hevdîtin pêk anîn. Lêbelê, me hevdîtinek rasterast bi HTSyê re nekir. Ji ber ku ENKS naxwaze bi tena serê xwe dest bi danûstandinan bike. Em li bendê ne ku her du alî li Rojava li hev bikin. Lê belê, eger lihevkirin çênebe, em neçar in ku bi tenê bi Tehrîr El Şamê re danûstandinan bikin.”

Derbarê gefên Tirkiyê yên li ser êrîşeke mihtemel a bo Rojavayê Kurdistanê û Kobanî de jî Newaf Reşîd got, “Efrîn û Serêkaniyê çawa ji destên kurdan derketin, bi çi behaneyê ji destê kurdan derketin, dîsa heman hincet derdikevin pêş. Beriya ku em ji Tirkiyeyê re bêjin ‘Êrîşên xwe rawestîne’, divê Mazlûm Kobanî bêje, ‘Ez nûnerê kurdan im. Ez li Rojava dijîm. Tu eleqeya min bi Minbic, Reqa û Dêrezorê re nîne. Ez ne endamê PKKyê me,’ da ku bi dawî bibin hincetên ku Tirkiye ji bo êrîşan derdixe pêş.”