Erd heziya, 9 kes mirin û 17 kes wendane
PeyamaKurd – Li welatê Çînê li eyaletên Guangdong û Fujianê bi sedema barana zêde erd heziya û di encamê de 9 kes mirin û 17 kes jî wenda ne. Li her dû eyaletan cadde bûn gola avê û erebe ketin ber Pêlên ava lehiyê.
Li Guangdongê 5 kes mirin û 15 kes wenda ne. 2 pirên ser avê loşiyan (hilweşiyan).
Li Fujianê 4 kes mirin û 2 kes wenda ne. Li navça Wuping a Fujianê bi sedema baranê 378 xanî roxiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin