Erdheja Stenbolê welatî derxistin kolanan: Bêhtirî 20 erdehjên din çêbûn
PeyamaKurd – Îro danê nîvro li Stenbolê erdhejeke bi pileya 5.8 a rikterê rû da ku piştî wê erdhejê bi qasî 20 erdhejên din ên paşgo çêbûn.
Li gorî zanyariyên destpêkê, heta niha ziyanên canî çênebûne. Li navçeya Avcilar a Stenbolê minareya mizgeftekê ji ber hejîna erdhejê ket. Dîsa li Şirinevlar a Stenbolê jî avahiyek bi hêlekê de raziya û hat valakirin. Li gorî agahiyan hejmarek avahiyên din li navçeyên Eyup, Sultangazî û Beyogluyê ên bi xeter ziyan dîtine û hatine valakirin.
Piştî erdhejê xelk derketiye kolanan û tirseke mezin peyde bûye ku heta ev nûçe dihat amadekirin jî ji ber berdewama erdhejên paşgoyî li derve bûn.
Pisporên erdhejê yên Tirkiyê dibêjin, xeta erdhejê li navçeya Silivri ya Stenbolê ye (li cihê ku erdheja mezin a Stenbolê tê çaverêkirin) û îhtimal heye heta du hefteyan jî erdhejên paşgoyî bidomin.
Niha li Stenbolê hemû dibistan ketine betlaneyê. Rêveberên bajêr dibêjin, heta daxuyaniyeke din hemwelatî haydar bin û li cihên ewle vehevin.
Hêjayî gotinê ye, li Stenbolê bi qasî 20 milyon mirov dijîn ku bi hezaran xaniyên li bajêr ên ne li gorî rêzikên avahîsaziyê hatine çêkirin, di bin metirsiya hilweşînê de ne.
Stenbol bi erdhejeke pileya 5.8an hejiya: Ji Îmamoglu û Parêzgariyê daxuyanî...

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin