Erdogan bi serokê konseya YEyê bi Costa re axifî
PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê konseya Yekîtiya Ewrûpayê bi Antonio Costa re axifî. Di axaftina her dû terefan de li ser avakirina Sûriyê ya ji nûh de, li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê û meseleyên herêmê axifîn.
Li gor ragihandina serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê; di axaftinê de li ser mijarên têkiliyên Tirkiyê-Yekîtiya Ewrûpayê, mijarên herêmê û navdewletî axifîne.
Erdoğan, bi sedema Costa dest bi karê xwe yê nûh kir, ew pîroz kir û xwest têkiliyên navbera YE û Tirkiyê pêş bikevin û got ku ev pêşkeftin di berjewendiya her dû terefan de ye û Tirkiye ji Brukselê dixwaze ku pêşiya têkiliyên her dû terefan veke.
Erdoğan, her weha li ser aştiya navbera Rûsya-Ûkraynayê axifî û got ku pêngavên ji bo ewlehiya YEyê bavêjin, Tirkiye jî dikare tevlî bibe û wê di berjewendiya terefan de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin