Erdogan bi serokwezîrê Almanyayê Scholz re civiya
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan a bi Serokwezîra Almanyayê Scholz re, têkiliyên Tirkiye û Almanyayê, vejandina pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Erdoganê ku ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New Yorkê ye, bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hat bal hev.
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Tirkiyê, hat ragihandin ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Almanyayê, êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Filistînê bi taybetî li Xezeyê, vejandina pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin