Erdogan bo DEM Partiyê: Yên li dijî me radibin ser piyan, ji CHPê re bûne pisîk
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 28ê Adarê li bajarê Bursayê di mîtinga partiya xwe ya bangeşeya hilbijartinên 31ê Adarê de axivî.
Erdogan di beşeke axaftina xwe de rexne li DEM Partiyê girt û bal kişand ser nêrînên cuda yên nava DEM Partiyê ku hin pêkhate û kesayetên çepên Tirk ên nav partiyê tevî ku namzedê wan ê Stenbolê heye jî ji namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu re deng dixwazin.
Erdogan got, “Hinek dibêjin em dengê xwe bidin xwe. Hinek jî dibêjin em bidin pey duvê CHPê. Partiyên ku 500 endamên wan tune ne (SYKP) radibin virde wêde fermanan didin.”
Di dewamê de jî Erdogan diyar kir, “Rêveberên faşîst ên CHPê dibêjin hûn nikarin di derî de bikevin hûndir û şemaqan li wan dixin. Yên ku li dijî me radibin ser piyan li ber CHPê bûne pisîk.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin