Erdogan bo Kanadayê: “Nefirotana perçeyên balafiran li dijî riha hevkariyêye”
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkişyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokwezîrê Kanadayê re bi Justin Trudeau re axifî. Erdoğan bi sedema ku perçeyên balafirên bêmirov ji Kanadayê dikirî û Kanada nema perçe difroşe Tirkiyê bertek nîşan da Kanadayê.
Tirkiye di çêkirina balafirên bêmirov de cîhazên ku dîmenan temin dike bikartîne û li ser mijarê berê serokwezîrê Ermensitanê nerazîbûna xwe nîşan dabû ku bo çi Kanada wan perçeyan difroşe Tirkiyê. Di serde lobiya Ermenan ya Kanadayê nerazîbûna xwe diyar kiribû.
Li ser mijara ku heman balafir ji aliyê Azerbeycanê de li şerê Qerebaxê de tên bikaranîn, serrokwezîrê Kanadayê şaş mabû ku kî teknolojiya wan li Qerebaxê bikartîne û lêpirsînê dabû destpêkirin.
Di axaftina Erdoğan û Trudeau li ser pêşdebirina têkiliyên duqolî, mezinkirna hecma bazirganiyê ya dualî û di sanatiya bergiriyê de li ser hevkariyê axifîn. Li gor çapemeniyê ragihandiye Erdoğan weha gotiye:
“Li ser germbûna îxtîlafa navbera Azerbeycan û Ermenistanê Kanada hinek alavên leşkerî nema difroşe Tirkiyê. Ev li dijî riha hevkariyê ye. Bingeha îxtîlafa Qerebaxê ew e ku 30 sale di bin îşxala Ermenistanê de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin