Erdogan dê ligel Pasinyan bicive
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihand ku ew ê sibê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan re bicive.
Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya li Delhiyê de ji çapemeniyê re axivî û got ku
"Ez ê sibê bi îhtîmaleke mezin bi Birêz Paşinyan re hevdîtinê bikim. Ji bilî vexwendina herêmê (Qerebaxê) ji bo aramiyê tu çareya me nemaye. Ev gavên ku niha li Qerebaxê tên havêtin, ne rast in. Qebûlkirina wê ne pêkan e. Em jî vê yekê erênî nabînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin