Erdogan, di rêya telefonê de bi serokwezîrê Ermenistanê Pasinyan re axifî

19 June 2024 00:03 0 dîtin
Erdogan, di rêya telefonê de bi serokwezîrê Ermenistanê Pasinyan re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re axifî. Li ser axaftina wan di daxwuyaniya serokkomariyê beşa danûsitendinê de hat gotin:

“Di axaftina her dû lîderan de her dû lîder xwestine ku bê qeyd û şert têkiliyên navbera xwe normal bikin û ev îrada wan ya siyasiye. Her weha Paşinyan cejna serokkomar Erdoğan pîroz kir. Erdoğan bi sedema cejna bê ya Vardavar-Hz. Îsa pîrobahiyê da Paşinyan. Demek berê li bakûrê Ermenistanê bi sedema rabûna lehiyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo wan sersaxiyê da Paşinyan.”

Erdoğan û Paşinyan bi dilxweşî qebûl kirin ku hevdîtinên nûnerên taybet yên her dû welatan xebatên xwe dewam dikin.