Erdogan: Divê bingeha Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bê guhertin

14 August 2024 22:41 0 dîtin
Erdogan: Divê bingeha Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bê guhertin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku divê avahiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ji kokê bê guhertin. Erdoğan, bersiva belavkirina peyama di ser medya civakî ya di derbarê Afrîkayê de, ya sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres da û got ku pêdivî bi reformekî adilane heye.

Erdoğan di mijarê de got ku konseya NY ji aşitya dinyayê û ewlehiyê bi temamî dûre.

Guterres jî ragihand ku divê bingeha avahiya Konseya Ewlehiyê ya NY biguhire û Afrîka daîma di Konseyê de bê temsîlkirin. NY karibe mijarên dinyayê û herêmê di nav xwe de çareser bike.