Erdogan: “Eger hun pêsiya me ya Yekîtiya Awrûpayê vekin, em ê jî endamtiya Îsveçê qebûl bikin”

10 July 2023 22:07 0 dîtin
Erdogan: “Eger hun pêsiya me ya Yekîtiya Awrûpayê vekin, em ê jî endamtiya Îsveçê qebûl bikin”

PeyamaKurd - Li Lîtvanyayê zîrwa sêqolî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson û sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg çêbû. Erdoğan çawa gihîşte payîtexta Lîtvanyayê ya bi navê Vilniusê ku wê zîrwa NATOyê di 11-12ê Temmûzê de lê çebibe, weha got:

“Ez bang li welatên ku 50 sale Tirkiyê li ber derê Yekîtiya Awrûpa de didin rawestandin dikim: Werin û pêşî li ber Tirkiyê ji bo Yekîtiya Awrûpayê vekin, me çawa ber li endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê vekir, em ê pêşiya Îsveçê jî vekin.  Seredana me ya Lîtvanyayê bila ji bo welatê me, hevkariya me û herêma me li ser xêrê be.”

Her sê lîder Erdoğan, Stoltenberg û Ulf Kristersson dest bi hevdîtinan kirin û li ser endamtiya Îsveçê ya NATOyê rawestiyan.

Erdoğan her weha got ku wan li Madrîd a Îspanyayê bi Îsveç û Fînlkandiya re çi peyman girêdane, divê xalên peymanê werin cîh.