Erdogan: Emê yasaya kontrolkirina medya civakî derxin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan got ku ew dê yasayekê ji bo kontrolkirina medya civakî derxin.
Erdogan bertek nîşanî heqaretên hin bikarhênerên medya civakî da ku bo keça wî Esra ku hevjîna Wezîrê Darayî û Gencîneyê Berat Albayrak e û got, "Em dixwazin hemû platformên medya civakî ji holê rakin û bên kontrolkirin. Ji bo vê jî xebat ji bo amadekarina yasayekê têne kirin.”
Erdogan herwiha axivî: 'Hûn dizanin em çima li dijî medyayên wekî Youtube, Twitter û Netflixê ne? Ev platform ne li gorî vî miletî ne. Em dixwazin demildest bînin parlamentoyê û bi temamî rakin û kontrol bikin.'
Erdogan herwiha diyar kir, "Nabe 83 milyon kes li hember terora medya civakî dest û ling girêdayî bimînin, em vê qebûl nakin. Em ji bo vê li ser sererastkirineke hiqûqî dixebitin. Emê çi pêwîst be bikin. Astengkirin, cezayên edlî û darayî bidin. Hêvî dikim berî dansala yasayî bidawî bibe em vê hal bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin