Erdogan hejmara gistî ya koçberên Afgan û Sûrî yên li Tirkiyê eskere kir

20 August 2021 19:39 0 dîtin
Erdogan hejmara gistî ya koçberên Afgan û Sûrî yên li Tirkiyê eskere kir

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser nîqaşên opozîsyonê yên derbarê hatina koçberên afganî de ragihand ku li Tirkiyê niha 300 hezar koçberên afgan hene û hejmarên têne bilêvkirin ne rast in.

Erdogan herwiha got, “Ne erk û berpirsiya Tirkiyê ye ku bibe embara koçberan ya Ewropayê. Piştî ku me sînorên xwe kontrol kirin û koçberên neyasayî vedigerandin welatên wan, ew mirov bi rêyên din biçin ku derê, ew baştir dizanin.”

Erdogan li ser hejmara giştî ya koçberan jî diyar kir, li Tirkiyê derdora 5 milyon koçberan hene û got: “Ji wan 3.6 milyon kes awareyên Surî ne, milyonek û 100 hezar kes biyaniyên ku rûniştina wan heye û 314 hezar mêvan in.”

Erdogan li ser koçberên afgan ku bi taybet piştî Talîban hatiye ser deshilata Afganistanê jî da xuyakirin, li Tirkiyê derdora 300 hezar koçberên Afganî hene û got: ”Wekî opozîsyon dibêje 1.5 milyon Afganî li welatê me nîn in. Ev derew e.”  

Serokomarê Tirkiyê got, ji 5 hezar welatiyên Tirkiyê yên li Afganistanê 500 ji wan bo Tirkiyê  hatine vegarandin û ew ê 300 welatiyên di dorê de jî, di demek nêz de vegerînin.