Erdogan: Hemas xeta pês a Anatolyayê li Xezeyê diparêze

15 May 2024 16:12 0 dîtin
Erdogan: Hemas xeta pês a Anatolyayê li Xezeyê diparêze

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayygip Erdogan di derbarê Îsraîlê de tund peyivî û tiştên balkêş got: kir û got.tund peyivî û got: "Hemas xeta pêş a Anatolyayê li Xezeyê diparêze."

Di axaftina Erdogan a di Civîna Fraksiyona AK Partiyê ya li Parlamena Tirkiyeyê de mijar Îsraîl û şerê wê yê li dijî Hemasaê bû.

"Ew xeta parastina Anatolyayê ne"

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan Tirkiye û Hemasê li aliyê dijî Îsraîlê bi rêz kir û got: "Hemas xeta pêş a Anatolyayê li Xezeyê diparêze."  Erdogan wiha domand: "Ma tu ew qas kor î ku vê yekê nabînî?"

Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wek qasidê gellek komkujiyan tawanbar kir û got: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê ji ber gellek komkujiyan berpirsyar bê dîtin.

"Çavê dewleta hov li Anatolyayê ye”

Erdogan axaftina xwe dwiha domand:“Netanyahu û yên ku beşdarî qirkirinê bûne, wê berdêla her dilopa xwîna ku rijandine bidin. Em ê hewl bidin ku sûcdarên qirkirinê li pêşberî hiqûqê hesab bidin. Nefikirin ku Îsraîl wê li Xezeyê raweste. Nefikirin ku wê Ramallah ewle be. Ger ev dewleta hov û terorîst neyê sekinandin, bi hezeyana "Axa hatiye bexşandin" zû yan dereng wê çav berde Anatolyayê. Îsraîl li Xezeyê tenê hêrişî Filistîniyan nake, hêrişî me jî dike."