Erdogan li hemberê Demirtas bi tundî axifî

03 June 2018 20:35 0 dîtin
Erdogan li hemberê Demirtas bi tundî axifî

PeyamaKurd- Serokkomarê AKPyî Tayyip Erdoğan li Diyarbekirê xwepêşandanekî kir û berê tîrên xwe da ser namzedê HDPê Selahattin Demirtaş. Erdoğan di gelek mijaran de axifî lê berê tîrên wî li ser Demirtaş bûn.

Erdoğan got: " Destê Demirtaş ketiye xwîna 53 birayên min yên Kurd. Wê bedela vêya zû an jî dereng bide.”

Erdoğan di nava axaftinên xwe de weha got: “Em dikin û HDP xerab dike. Ne ew bûn di bin malan de tunelan vekirin? Mizgeft û dibistanên me xerab kirin. Êdî kes nikare birayên me yên Kurd bi zorê bibe çiya. Binêrin ka li ber derê şaredariyê, dayîkên Diyarbekirî yên ku digrîn hene? ”

Erdoğan di dewama axaftina xwe de got ku ew hebûna Kurda înkar nakin. Êdî Tirkiye nikare vêya bêje. Erdoğan weha dewam kir:

“Em dibêjin pirsgirêka Kurd tine ye. Me jî weka herkesî azadiya Kurda xistiye bin ewlekariyê. Bo me zimanê me yê fermî, zimanê Tirkî çiqas bi qîmete, çawa wê neguhure û dê wisa bimîne, zimanê we yê dê Kurdî ewqas bi qedir û qîymet e. Mafên we yên bidestkeftî weka şîrê sipî yê dayîka we li we helal be.”