Erdogan, li Semsûrê ligel ciwanan civiya

21 May 2023 19:31 0 dîtin
Erdogan, li Semsûrê ligel ciwanan civiya

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp, Erdogan di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de serdana herêma erdhejê kir û li bajarê Semsûrê ligel ciwanan civiya.

Erdogan, di serdena xwe de ligel ciwanan civiya û amaje kir ku yên ji ciwanên xwe bawer nekin, nikarin siberoja xwe bidest bixin.

Erdogan li ser pirsa “Nerîna we ji bo beşdarbûna ciwanan a rêveberiya dewletê çiye?” got ku wan di dema desthilata xwe de temenê mafê hilbijartinê û hilbijirînê destpêkê ji 30î daxistiye 25an û piştre jî daxistiye 18an.

Erdogan di dewama axaftina xwe de got,

“Em ji ciwanên xwe bawer dikin. Em neviyên Fatih Sultan Mehmet in ku di 18 saliya xwe de serdemek girt û serdemeke nû vekir. Ji me re gotin ma em dê parlamentoyê ji bo zarokan bihêlin. Me jî ji wan re got ên ku ji ciwanên xwe ne bawer bin, nabin tiştek.

Wekî Tifaqa Cûmhûrê, bi vî awayî me kar kir. Şikir ji Xwedê re niha li parlamentoyê hejmarek ciwanên me hene. Ji niha de hûn jî xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Em dixwazin we li parlamentoyê bibînin. Di her karekî dewletê de em dixwazin ciwanan bibînin.”