Erdogan li ser sewata otelê ku 66 kesan can daye daxuyanî da

21 January 2025 17:04 0 dîtin
Erdogan li ser sewata otelê ku 66 kesan can daye daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser şewata otela Navenda Kaşûnê ya Kartalkaya ya bajarê Boluyê ku 66 welatiyên çûbûn betlaneyê can dane û 51 jî birîndar bûne daxuyanî da.

Erdogan li ser agirê ku li otela Navenda Kaşûnê ya Boluyê derketiye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, “Em ji destpêkê ve bi rêya saziyên xwe yên pêwendîdar ji nêz ve vê bûyera trajîk dişopînin. Demildest derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.”

Li aliyê din Partiya Komariya Gel CHPê jî civîna îro ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi paş xist.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya herî dawî ragihandibû ku ji ber şewatê 66 kes mirine û 51 kes jî birîndar bûne.

Şewata otelê danê sibehê li dor demjimêr 03:30 dest pê kiribû û piştî 11 saetan ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatibû vemirandin. Ji bo lêkolîna karesata şewatê 4 mufetîş hatine erkdarkirin ku lêpirsîn jî berdewam dike.