Erdogan li ser wêneyê bi Sîsî re axivî: Çima ji nû ve dest pê neke?

21 November 2022 20:29 0 dîtin
Erdogan li ser wêneyê bi Sîsî re axivî: Çima ji nû ve dest pê neke?

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku li Qeterê cara yekem di merasîma Kûpa FIFA ya Cîhanê de, bi Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî re hevdîtin kiribû û wêneyê wan ê samîmî hatibû belavkirin, daxuyanî da.

Erdogan di vegera ji Qeterê de, bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser wêneyê ligel Sîsî daye jî got, ji bo normalkirina pêwendiyan ew gav hatiye avêtin û ew dixwazin proseyê bigihînin asta bilind.

 Erdogan herwiha li ser normalkirina pêwendiyên bi Misrê re diyar kir, “Çima ji nû ve nebe, ji bo çi ji nû ve dest pê neke? Me sînyala vê daye. Înşelah em ê bê pirsgirêka pêngavên din jî bavêjin. Ya ku em dixwazin, li Derya Spî helwestekê nîşan bidin û em aştiyê dabîn bikin û em înşelah rêya xwe dewam bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Erdogan piştî kotedaya Misrê ku Sîsî hatibû ser kar û Rêveberiya Îxwanê hatibû hilweşandin zêdetirî 8 sal in pêwendiyên ligel Misirê birîbû û gotibû, ew ti carî bi El Sîsî re nayê ba hev.