Erdogan û Bahçelî amadekariyên êrîsa ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

07 June 2022 19:07 0 dîtin
Erdogan û Bahçelî amadekariyên êrîsa ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, îro 7ê Hezîranê li Koşka Serokomariya Tirkiyê (Beştepe) bi Serokê Giştî yê partiya Hevpeymana Cûmhûr MHP Devlet Bahçelî re civiya.

Piştî civîna ku demjimêrekê dom kir, hat ragihandin ku Erdogan û Bahçelî ji bilî nirxandina mijarên rojeva naxwe ya Tirkiyê, amadekariyên leşkerî yên bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herwiha medya Tirk ragihandiye ku mijarên din ê rojeva hevdîtinê helwesta Tirkiyê ya dijî endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandê û xebatên hilbijartinên Hezîrana 2023yan bûne.