Erdogan û serokwezîrê Îsweçê Ulf Kristersson derketin ber çapemeniyê

08 November 2022 23:50 0 dîtin
Erdogan û serokwezîrê Îsweçê Ulf Kristersson derketin ber çapemeniyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsweçê Ulf Kristersson ji bo bi serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan re hevdîtinan bike çû Tirkiyê û bi Erdoğan re civînekî kir. Piştî civînê her dû lîder derketin ber çapemeniyê û ragihandinên xwe kirin. Erdoğan ji bo çapemeniyê weha got:

“Divê Îsweç nehêle ku rêxistinên terorê demokrasiya Îsweçê di berjewendiyên xwe de bikarbînin. Piştî muxtira sêqolî bê bicîhanîn, endamtiya NATO yê ya Îsweçê daxawza me ya ji dil e.

Em li ser têkiliyên duqolî, têkiliyên Tirkiyê YA yê, şerê Rûsya-Ûkraynayê, pirsgirêkên herêmê û navdewletî axifîn. Em li Madrîdê her tiştî axifîbûn. Em bi xweşbînî li endîşeyên Îsweçê dinêrin.

Tirkiye bi rêxistinên PKK, YPG, FETÖ, DHKP-C re têdikoşe. Me derba 15 ê tîrmehê dît û em pê re têkoşiyan.

Hecma bazirganiya me sala borî giha 3,7 mîlyar dolarî. Em dixwazin di asta ewilî de vê miqdarê derxin 5 mîlyar dolarî. Ez û serokwezîr ji bo pêşiya karsazên me vekin, çi pêwiste, em li ser wan axifîn.”

Li ser axaftina serokkomar Erdoğan, serokwezîrê Îsweçê Kristersson, weha got:

“Birêz serokkomar, ji ber we em ezimandin sipasiya we dikim. Weke serokwezîr, di derveyê YA de cara yekeme ku têkiliyên duqolî datînim. Ez li Ankara me û ev şerefe ji bo min. Me civînekî gelek baş kir. Em li ser pêşdebirina têkiliyên her dû welatan bê em çawa dikarin bêhtir pêşde bibin axifîn. Dîroka me ya têkiliyan bi sedsalan berê ye. Di têkiliyên me de potansiyelekî baş heye. Em dikarin di bazirganiyê de gavên baş bavêjin.

Em li ser mijara ewlehi yê gelek axifîn. Peyama min gelek zelale. Îsweç vêya baş fêm dike; Tirkiye li hemberê rêxistina PKK ê ya terorîst şer kiriye û bi hezarî Tirk bûye qurbanî. Em vêya fêm dikin. Em wek Îsweç dixwazin li dijî terorê alîkariya Tirkiyê bikin. Hukumeta me hefteyekî berê hat hilbijartin. Di nav bernama me de têkoşîna bi rêxistinên weka PKK ê re jî heye. Ev wextekî dirêj hildide. Tirkiye  70 sal berê ket NATO yê. Tevlîbûna NATO yê ji bo me mijara ewlehiyê ye. Wê îsweç temamê sozên xwe bicîh bîne.”