Erebên hawirde dîsa bi armanca Erebkirina Kerkûkê dixwazin êrîsî gundekî Kurdan bikin

12 October 2020 13:55 0 dîtin
Erebên hawirde dîsa bi armanca Erebkirina Kerkûkê dixwazin êrîsî gundekî Kurdan bikin

PeyamaKurd – Li devera Dûbiz Kerkûkê, Erebên hawirde bi armanca Erebkirina Kerkûkê, dîsa xwe amade kirine êrişî gundekî Kurdan bikin. Niştecihên gund dibêjin, em nahêlin ew derbasî nav gund bibin.

Li gor zanyariyên ji Kerkûkê, îro Erebên hawirde bi piştevaniya hêzên Iraqî dixwazin dîsa êrişî gundê Pelkane yê li devera Sergeryan ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê bikin û zevî û malên Kurdan zeft bikin.

Li gorî agahiyan, niştecihên gund jî çûne nav zevî û erdên xwe û xwe amade kirine bersiva êrişên Ereban bidin.

Wezareta Dadê ya Iraqê, beriya niha ferman dabû û firotina tevahiya zevî û erdên ku dikevin çarçoveya madeya 140 ya Destûra Iraqê were sekinandin. Lê tê xuya, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê û hêzên Iraqî wê biryarê binpê dikin.