Erebên îtxal yên Kerkûkê êrîsê Kurdên gundê Pelkane kirin: 10 birîndar

21 April 2023 21:39 0 dîtin
Erebên îtxal yên Kerkûkê êrîsê Kurdên gundê Pelkane kirin: 10 birîndar

PeyamaKurd – Erebên ku parêzgeha Kerkûkê wan biriye û li ser axa Kurdistanê bicîh kiriye, di ser de jî êrîşê Kurdên gundê Pelkane ya bi ser nahiya Sergeran kirin. Ereb ewilî di gundê Kurdan de pezê xwe çêrandin û di ser de êrîşê Kurdan kirin. Her dû teref bi dar û keviran li hev xistin. Di pevçûna navbera Ereb û Kurdan de 10 kes birîndar bûn.

Li gor gundiyê Pelkane yê bi navê Ferhad Hesen ku ji Rûdawê re ragihandiye:

“Erebên îtxal heywanên xwe bera gundê me dan û me têr aciz kirin. Dema me xwest bi wan re biaxifin, bi dar û hesinan êrîşê me kirin û pevçûn derket. Piştî pevçûnê yekîneyekî leşkerî ya artêşa Iraqê li gundê me bicîh kirin.”

Li gor ragihandina gundiyan ji Rûdawê re; leşkerên ku hatine gund, di şûna ku navbeynkariya wan bikin, terefê Ereban digrin.

Gundê Pelkanê dikeve rojavayê Kerkûkê û ji sala 2017an heya niha Erebên ku ji dûr anîne, gelek caran xwestine ku dest deynin ser araziyên Kurdan.