Erebistana Siûdî, 6 îranî ji ber bazirganiya madeyên hisbir bi dar ve kir
PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî ragihand ku 6 kesên îranî bi tohmeta qaçaxçîtiya madeyên hişbir hatine bidarvekirin.
Wezaretê navên van kesan eşkere kir û da zanîn ku ev kes Casim Mihemed Şebanî, Evdireza Yûnis Tenkasîrî, Xelîl Şehîd Samrî, Mihemed Cewat Evdilcelîl, Mêhdi Kenan Genimî û Hur Mihemed Şebanî ne. Hat diyarkirin ku van kesan hewl daye ku bi qaçaxî madeyên derbasî Erebîstana Siûdî bikin.
Li gorî agahiya ku SPAyê ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî daye, gumanbarên Îranî yên ku dixwestin madeyên hişbir yên qaçax bînin welêt hatine girtin. Bersûc piştî hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatinw kirin û sûcdar hatine dîtin û cezayê bidarvekirinê li wan hat birrîn.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku sûcdar bi pêkanîna biryara dadgehê hatine înfazkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin