Erebistana Siûdî: Em ji zêdebûna ragesiyê gelekî bi fikar in

14 April 2024 13:33 0 dîtin
Erebistana Siûdî: Em ji zêdebûna ragesiyê gelekî bi fikar in

PeyamaKurd- Piştî êrîşên şeva borî yên Îranê bi ser Îsraîlê de, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew ji zêdebûna rageşiya li herêmê bi fikar in.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew ji zêdebûna rageşiya leşkerî û bandorên wê yên xeter gelekî bi fikar in.

Erebistana Siûdî bang li aliyan kiriye ku bi aramî tevbigerin û xelkê xwe dûrî xeteriyên şer bikin.

Herwiha di daxuyaniyê de ji Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî jî hate xwestin ku berpirsiyariyên xwe bicih werînin û rê nedin krîz mezintir bibe û encamên cidî bi xwe re bîne.