Erebistana Siûdî ji ser Urdinê Pira Alîkariya bejayî bi Sûriyê re ava dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin Erebistana Siûdî ku wek yekem welatê wezîrên rêveberiya demkî ya Sûriyê vexwendiye welatê xwe, pireke alîkariyê ya bejayî bi Sûriyê re ava dike. Siûdî beriya niha jî 4 balafirên alîkariyê gihandibûn Balafirxaneya Şamê. Biryar e Siûdî ji ser axa Urdinê û ber bi Şamê ve pireke alîkariya bejahî jî ava bike.
Berdevkê Navenda Alîkariyê ya Şah Selman, Samer El-Citêlî ji televîzyona Al-Arabiya re ragihandiye ku pira alîkariyê ya bejayî ya Erebistana Siûdî ku dê ji Urdinê derbasî Sûriyeyê bibe wê çalak bibe.
Citêlî got: “Pira alîkariyên bejayî bo Şamê dê kelûpelên pizîşkî yên giran hilgire ku bi rêya asmanî nayên veguhestin, wek makîneyên MRI, X-ray, û CT".
El-Citêlî daye zanîn, pira bejayî dê derfetekê ji bo veguhestina rêjeyên mezin ên alîkariyên xwarin, tenduristî û stargehê ji Şamê re û piştre ji bo hemû deverên din ên Sûriyê re peyda bike.
Rayedarê Siûdî diyar kir, "Li ser erdê ew bi hemahengiya li gel rayedarên Sûriyê û ajansên Neteweyên Yekbûyî kar dikin."
Navenda Alîkariyên Mirovahî ya Şah Selman, ji Çarşema borî ve zêdetirî 100 ton alîkarî bi rêya asmanî derbasî Şamê kiriye.
Hêjayî gotinê ye, doh 2yê Çileyê 2025an du wezîrên rêveberiya nû ya Sûriyê bi vexwendineke fermî serdana Riyadê kiribûn û danûstandin li ser hevkariyên bo avadankirina Sûriyê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin