Erebistana Siûdî: Qedexeyên dema sewba Covid-19ê hatin rakirin

10 January 2023 10:59 0 dîtin
Erebistana Siûdî: Qedexeyên dema sewba Covid-19ê hatin rakirin

PeyamaKurd Erebistana Siûdî ragihand, qedexeyên temen û hejmarê yên ku di dema şewba Covid-19 de li ser Heciyan hatine sepandin, wê îsal neyê sepandin.

Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî Tevfîk Er Rabîa di vekirina fûara 'Expo Hajj 2023' ya ku li Ceddeyê hat lidarxistin de bi sernavê 'Qalîtî û reqabetî di xizmeta mêvanên Rehman de: Dîtina pêşerojê' axivî.

Rabîa destnîşan kir, îsal wê ji bo Heciyan tu astengiyên temenî neyên kirin û wê hejmara wan weka beriya nexweşiyê be, Rabîa ev biryar wek "mizgîniyê" bi nav kir.