Erebistana Siûdî zimanê Kurdî dixe nav rêbernameya Hec û Umreyê

09 January 2024 19:25 0 dîtin
Erebistana Siûdî zimanê Kurdî dixe nav rêbernameya Hec û Umreyê

PeyamaKurd – Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Erebistana Siûdî, zimanê Kurdî jî li rêbernameya hec û umreyê zêde kiriye û zimanê kurdî jî hatiye pesendkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Hec û Umreyê ya Kurdistanê de hatiye gotüin, şande Kurdistanê ya bi serokatiya Şêx Niyaz Neqşîbendî, li bajarê Cide ye Erebistana Siûdî û şanda Hec û Umreyê ya Siûdî, di Kongre û Pêşengeha Hec û Umreyê de li hev civiyane.

Hate driyarkirin ku di dema kongreyê de şanda Kurdistanê ji Wezîrê Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî, Tewfîq bin Fawzan Al-Rabiah daxwaza lêzêdekirina zimanê Kurdî li rêbernameya Hec û Umreyê kiriye û ev daxwaz hatiye qebûlkirin.