Êrîseke nû ya Amerîkayê li ser Hûsiyên Yemenê

13 January 2024 14:00 0 dîtin
Êrîseke nû ya Amerîkayê li ser Hûsiyên Yemenê

PeyamaKurd – Li Yemenê rageşî zêde dibe. Amerîka êrîşeke nû li dijî Hûsiyan pêk anî.

Hat diyarkirin ku êrîşa nû ya ku tesîseke radarê ya ku Hûsiyan bi kar tîne kir hedef, ji ya berê biçûktir bû û ji aliyê Amerîkayê ve bi awayekî yekalî hat kirin.

Di nûçeya kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan de hat gotin ku "Li paytext Sana ji aliyê Amerîka û Îngilîstanê ve rêze êrîşên hewayî hatin lidarxistin."

Balafirên şer ên Amerîka û Îngilîstanê şeva borî li hin xalên bajarên Sana, Hudeyde û Taîzê yên Yemenê êrişên hewayî pêk anîn.