Êrîsên ser leskerên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dewam dikin

06 November 2023 23:44 0 dîtin
Êrîsên ser leskerên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dewam dikin

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê tûxgeneral Patrick Ryder, rêjeya êrîşên ku hatine kirin ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê û Iraqê aşkera kir û got ku ji 7ê Cotmehê heya niha 38 caran êrîşan kirine ser baregehên Amerîkayê û 46 xebatkarên Amerîkayê birîndar bûne.

Piştî Hamasê êrîşê bir ser Îsraîlê û Îsraîlê bersiva Hamasê da, bi êrîşên ser Xezzayê re êrîşên ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê û Sûriyê dewam dikin. Êrîş bi taybetî ji terefên grûbên ser Îranê de ku li Iraqê û Sûriyê ne de tên kirin.

Ryder, di 31ê Cotmehê de daxwuyaniya dawî dabû û ji wê rojê heya niha 17 êrîşên din jî çûne ser baregehên Amerîkayê.