Esed bang li Amerîka kir bilez ji Sûriyê vekise û pistevaniya HSDê neke!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê, piştî êrîşa bi dronan a ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya Tenefê daxuyaniyeke balkêş da û bang li Amerîkayê kir demildest û bê mercekî hêzên xwe ji nav axa Sûriyê vekişîne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê ku ajansa SANAyê piştî bi rojekê êrîşa ser baregeha Tenef a hêzên Amerîkî tê de bûn, belav kiriye, ji Amerîkayê hatiye xwestin demildest û bêyî nîşandana ti mercekî hêzên xwe ji nav Sûriyê vekişîne.
Herwiha di daxuyaniyekê de, Amerîka bi diziya genim, petrol û qaçaxcîtiyê hat tohmetbarkirin û bi wateya piştevaniya Amerîka ya bo HSDê jî hat gotin, “Divê piştevaniya hêzên çekdar ên neyasayî neke.”
Li derdora Baregeha Tenefê ya hêzên Amerîkî zeviyên herî mezin ên petrolê hene û herî kêm 900 leşkerên Amerîkî jî tê de bicih bûne ku Amerîka li wê baregeha jêr kontrola HSDê piştevaniya hêzên HSDê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin