Esed: Em amade ne pistgiriyê bidin her grûba ku li dijî Tirkiyê ser bike
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed ku doh beriya rêkeftina navbera Rûsya-Tirkiyê serdana Idlibê kiribû got ku ew amade ne piştgiriyê bidin her grûba çekdar a ku li dijî Tirkiyê şer bike.
Li gorî nûçeya Şerqûl Ewsedê Esed gotiye, ew li dijî êrîş û operasyonên Tirkiyê piştgiriyê didin hêzên Kurdî û di wê çarçoveyê de jî dest bi bicihkirina hêzên artêşa Sûriyê li herêmên jêr kontrola HSDê kirine.
Esed herwiha dema serdana leşkerên Sûriyê li Idlibê gotiye, “Em amade ne piştgiriyê bidin her grûba ku li dijî Tirkiyê şer bike.”
Hêjayî gotinê ye, piştî rêkeftina Soçiyê ya Rûsya-Tirkiyê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn bi Esed re pêwendiyeke telefonî pêk anibû û piştre hatibû ragihandin ku rêveberiya Şamê wê rêkeftinê qebûl dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin