Esed: Erdogan ji bo bala xelkê xwe bikisîne cihekî din ser derdixe

06 October 2020 18:48 0 dîtin
Esed: Erdogan ji bo bala xelkê xwe bikisîne cihekî din ser derdixe

PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel medya Rûsî de, dibêje ku ew dikarin piştrast bikin Tirkiyê ji Sûriyê çekdarên cîhadî şandina herêma Nagorno-Qerebaxê.

Esed diyar kiriye ku belgeyên piştrastkirî her çend di destên wan de nebin jî lê ew dikarin piştrast bikin ku Tirkiye çekdarên cîhadî birine herêma Nagorno-Qerebaxê û wiha axivî:

 “Tirkiyê çekdarên ji welatên din hatine li Sûriyê bikar anî. Heman rêbaz li Lîbyayê jî bikar anî. Li terorîstên Sûrî dibe Libyayê ku terorîstên ji welatên din jî li Lîbyayê bikar anîn. Lewma îhtimaleke mezin e ku vê rêbaza xwe li herêma Qerebaxê jî bikar tînin, weke min got wan ev hevrikî da destpêkirin.”

Beşar Esed got ku berpirsiyarê sereke yê şerê li herêma Nagorno-Qerebaxê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e û da xuyakirin: “Erdogan ji bo bala xelkê Tirkiyê ji mijarên navxwe bikişîne ser cihekî din li herêmên cuda şer derdixe.”