Esnafên Kuçeya Hunerê bertek nîsanî binçavkirina xwediyê Pîne Kafeyê dan

29 May 2024 18:31 0 dîtin
Esnafên Kuçeya Hunerê bertek nîsanî binçavkirina xwediyê Pîne Kafeyê dan

PeyamaKurd – Piştî ku îro xwedîyê Pîne Kafe ya kuçeya Hunerê ya Diyarbekirê ji ber xizmeta bi Kurdî û hedefnîşandana li ser medya civakî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, esnafên Kuçeya Hunerê bi daxuyaniyekê ew kiryar protesto kirin.

Di daxuyaniya ku li ser navê Komeleya Esnafên Kuçeya Hunerê hate dayîn de, hate xwestin ku xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşekê ji ber biryara xizmeta xwerû Kurdî di kafeya xwe de hatiye binçavkirin demildest bê berdan.

Esnafan piştgiriya xwe bo helwesta Şîmşek nîşan dan û dijatiya li hember zimanê Kurdî jî şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye, xwedîyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek di Roja Cejna Zimanê Kurdî 15ê Gulanê de, biryar dabû ku di kafeya xwe de tenê xizmetê bi Kurdî bide mişteriyên xwe û yên bi zimanên din xîtab bikin jî bi Kurdî bersiva wan bidin.

Piştî belavbûna vê nûçeyê neteweperestên Tirk li ser medya civakî kampanyaya lînçkirina wî dane destpêkirin û ew îxbar kirin. Herwiha ji hêzên ewlekariyê xwestin bikevin tevgerê. Li ser van îxbaran jî îro 29ê Gulanê polîsên Diyarbekirê bi ser kafeyê de girtin û Ramazan Şîmşek jî binçav kirin.