Esper: Hasdî Sabî bi fuzeyan li baregeha me xist

12 March 2020 23:56 0 dîtin
Esper: Hasdî Sabî bi fuzeyan li baregeha me xist

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku êrîşa duhî bo ser baregeha Amerîkayê ya li Bexdayê ya bi navê Taci yê hat kirin, ji aliyê grûbên ku Îran wan destek dike, hat kirin. Wezareta berigiriyê ya Amerîkayê teyîd kir ku di êrîşê de ya bi ser Taci yê de 2 leşkerên wan hatine kuştin. Baregaha Taci yê ya hêzên koalîsyonê ye ku li dijî DEAŞê hatiye avakirin.

Mark Esper ragihand ku her dem ew dikarin bi her awayî tevbigerin ji ber temamê alternatîvan li ber wan e û got ku êrîş ji aliyê Haşdî Şabî de hatiye kirin.