"Ez ê li benda hevdîtina Pûtîn bim ji bo çareserkirina kêseya Ukraynayê"
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trump diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynayê ew ê li benda hevdîtina bi serokê Rûsyayê Pûtîn bin.
Serokê hilbijartî Donald Trump diyar kir ku ew ê li benda hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bin ji bo çareseriya pirsgirêka Ukraynayê.
Trump di axaftina xwe ya li konferansa Turning Point USA ya li Arizona de got, "Serok Pûtîn got ku ew dixwaze di zûtirîn demê de bi min re hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê em ê li benda vê bin, divê em dawî li vî şerî bînin."
Trûmp aloziya li Ukraynayê weke tirsnak pênase kir û dûpat kir ku eger ew serok bûya tiştekî wiha qet nedibû.
Serokê Rûsyayê ragihand ku ew amade ne di civîna çapemeniyê ya mezin a 19ê Kanûnê de bi serokê hilbijartî yê Amerîkayê re hev bibînin û bicivin. Pûtîn diyar kir ku di civîneke wiha de wê gelek tişt bên axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin