FED ê faîzan daxist

18 September 2019 23:46 0 dîtin
FED ê faîzan daxist

PeyamaKurd- Banka Navendî ya Amerîkayê faîzan 25 baz daxist û di encamê de faîz ketin navbera 1.75 û 2.00 yî. Piştî daxistina faîzan serokê FED ê Powel ragihand ku li hemberê rîskan an talûkeyan daxistina faîzan weka sîgortêyê (temînê). Li bende ne ku bazara bicîhkirina kar dewam bike û xurt bibe. Xumamiya di bazara bazirganiyê de û rîskên ku dewam dikin, kirin ku faîzê daxînin. Powel di dewama axaftina xwe de got ku piştî civîna dawiyê, hinek qelsiyan dîtine û ger di aboriyê de qelsî çêbibe, dibe ku nisbeta daxistinê zêdetir bikin an ku faîzê hinek din jî daxin.

Biryar bi 7 dengên erênî hat sitendin. 3 kes jî li dij biryarê engên xwe dan.