Fermandarê Pêsmerge: Serok Barzanî roleke mezin di yekxistina hêzan de dibîne

21 June 2021 13:58 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Serok Barzanî roleke mezin di yekxistina hêzan de dibîne

PeyamaKurd – Fermandarê yekeyên 80ê yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Necat Elî di merasîma dawîhatina perwerde û rahênanên beşekî yekeya 80ê de ji rojnamevanan re diyar kir, bi fermana Serok Barzanî ve pêngavên yekxistina hêzên wan ji bo ser Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, berdewam e û heta niha bi kiryarî du lîwa derbasî ser Wezaretê bûne.

Fermandarê yekêyên 80 yên Pêşmerge da zanîn, perwerdeyên niha ji bo wê yekê ye ku hêzên wan wek peykerbendiya (îskelet) Wezareta Pêşmerge bên rêkxistin.

Herwiha destnîşan kir, bi fermana Serok Barzanî ve, pêngavên yekxistina hêzên wan berdewam e û pêngav bi pêngav proseya yekxistinê berdewam dike.

Necat Elî eşkere kir: ‘‘Heta niha 2 lîwayên yekeyên 80ê bi kiryarî derbasî ser Wezareta Pêşmerge bûne û tenê rêkarên wan ên koordînê mane.’’

Necat Elî diyar kir, Serok Barzanî roleke mezin di yekxistina hêzan de dibîne û li ser fermana Serok Barzanî pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge birêve diçin.