Fermandarê tûgayên Kassam yê di asta bilind de li Xezzayê hat kustin
PeyamaKurd – Yek ji fermandarên Tûgayên Kassem ya bi ser Hamasê, yê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya Xezzayê de hat kuştin. Tûgayên Kassem di ragihandina xwe de got:
“Endamê konseya leşkerî û fermandarê nevendê yê Tûgayên el-Kassemê Eymen Nofel bi navê din ‘Ebû Ahmed’ di êrîşa Îsraîlê ya navenda Xezzayê de hat kuştin.”
Tê gotin ku Eymen Nofel fermandarê ji Xezza Navîn berpirs bû. Li gor ragihandina ajansa Associated Pressê; Eymen Nofel heya niha di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê de kesê di asta herî bilind de bû ku ji Hamasê hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin