Fermandariya tûxaya 70em: Kesên sewatê derxistine û desteser bûne, têkiliya me bi wan re tine

01 July 2024 23:02 0 dîtin
Fermandariya tûxaya 70em: Kesên sewatê derxistine û desteser bûne, têkiliya me bi wan re tine

PeyamaKurd – Li ser ragihandina nûnerê wezareta karên hundir yê Herêma Kyurdistanê ku li Bexdayê bi wezareta karên hundir ya Iraqê re, di civîna çapemeniyê de got ku kesên li Erbîlê, Kerkûk û Duhokê şewatê di bazaran de derxistine hatine girtin, PKK ne û têkiliyên wan bi YNKê re hene.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ew bi xwe gotine ku pere sitendine û agir bi bazarên her sê bajaran xistine.

Rêvebirê dîwana wezareta karên hundir ya Kurdistanê Dr. Hêmin Mirani, di derbarê grûba ku PKK pere dabû wan û agir bi bazaran xistibûn de agahiyan dabû. Mîran gotibû:

“Tora ku hat girtin li ser serê torê ji yekîneya 70em ya Pêşmerge Huner Fahreddin Ahmed hebû. Yê din li Silêmaniyê di asta bilind de di beşa têkoşîna bi terorê re Muhammed Necat Hesen, kesekî bi navekî dinê endamê PKKê ji bo wan karan bikin, ji aliyê PKKê de hatin perwerdekirin.”

Li ser van bûyeran fermandariya 70em tûxayê ya bi ser YNKê, di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Bûyerên ku li Kerkûk, Erbîl û Duhokê bûne, ti têkiliya me û hêzekî dinê yê Kurdistanê bi wan re tine û em digihînin raya giştî. Di civîna li Bexdayê de nûnerê wezareta Kurdistanê navê hêza me û bajarê me Silêmaniyê dide, tê de armancekî heye. Nûnerê Iraqê navê ti hêzekî neda û tenê behsa agahiyê kir. Nûnerê wezareta Kurdistanê got ku bi pere ev kar hatiye kirin. Kesên behsa wan dikin, bi me re an bi hêzên me re ti têkiliyên wan tine.

Em dixwazin hêzên Iraqê lêkolîna mijarê bikin, kî li pişt perdê, bûyeran kiriye bila derxin ber edaletê û ji bo raya giştî ragihînin.”

Berdevkê YNKê Sadî Pîre jî di babetê de ragihand ku sûcdarkirina agirberdana bazaran perçeyekî ji kampanya hilbijartinê ye û perçeyekî ji dijberiya navbera partiya ye.